Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Amajeyên metirsîdar hene..Bexda dest ji rêkarên leşkerî bernedaye

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî radigihîne, tişta ku di pratîkê de diyar dibe ew e, ku hê jî Bexdayê dest ji rê û rêbazên leşkerî bernedaye, ku ev jî ji bo aştî û seqamgîriya herêmê amajeyên metirsîdar in.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 11-12-2017 pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqê Cyrill Nunn kir.

Di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistanê û Almanyayê, geşedanên dawîn û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine gotûbêjkirin.

Derbarê krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de Cyrill Nunn helwesta welatê xwe ragihand û got, ku ew dixwazin li ser bingehên destûrê demildest danûstandin di navbera aliyan de dest pê bikin.

Balyozê Almanyayê li Iraqê amaje bi wê yekê kir, ku welatê wî ji bo destpêkirina diyalogê hewl didin pişgirî bidin herdu aliyan.

Herwiha Nunn da xuyakirin, ku Almanya pişgiriyê dide Kurdistaneke bihêz û pêşketî, ku di çarçoveya Iraqê de mafên xwe bi dest xistine.

Ji aliyê din ve Mesrûr Barzanî jî behsa rola Almanyayê ya di nava civaka navdewletî û herwiha piştgirî û hevkariya vî welatî ya ji bo Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî got: “Herêma Kurdistanê dixwaze xeletiyên dema derbasbûyî yên li Iraqê dubare nebin. Ji ber ku ev yek ewlekarî û seqamgîriyê têk dibe. Zemîna derketina terorê xweş dike.”

Derbarê rewşa dawîn a pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexdayê de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got: Bexda xwe ji danûstandinan vedidize. Di çend rojên borî de tiştên çêbûne diyar dikin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan hê jî Bexdayê dest ji rê û rêbazên leşkerî bernedaye, ku ev jî ji bo aştî û seqamgîriya herêmê amajeyên metirsîdar in.”

Mesrûr Barzanî herwiha ragihand, ku Herêma Kurdistanê dixwaze demildest danûstandinên li gel Bexdayê dest pê bikin û dorpêça li ser Herêma Kurdistanê jî rabe.