Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Milîsên Heşda Şeibî ji bo rizgarkirina Quds xwe amade dikin

Hewlêr-KDP.info- Çend hêzên di nava Heşda Şeibî de ji bo rizgarkirina Quds ji destê Îsraîl xwe amade dikin û ji bo wê yekê jî dest bi nivîsandina navê ciwanan kirine. Li gorî pisporekî siyasî jî ew kar wek destpêka bidawîhatina Heşda Şeibî ye.

Duhî televîzyona Ehed a ser bi Qeyis Xezelî Fermandarê Girûpa Esayib Ehil Elheq dîmenê Xezelî bi cilên serbazî li ser sînorê Îsraîl li başûrê Libnanê belav kir. Li gorî wê vîdeoyê çekdarên Heşda Şeibî li derdora Xezelî ne û yek ji wan sînor şirove dike.

Xezelî di wê vîdeoyê de dibêje, “Niha ez ligel birayên xwe yên Hizbulaha Libnanê me. Ez li deriyê Fatîme me, ku dikeve ser sînorê başûrê Libnanê û Filestîna dagîrker. Em li dijî dagîrkariya Îsraîl in.”

Derbarê wê yekê de, Pisporê Siyasî Dr. Mehmûd Bazyanî ji malbera KDP.info re ragihand: “Ew kar û helwestên Heşda Şeibî dibin belge û hincet li dijî wam milîsan. Heşda Şeibî li dijî DAIŞê hatiye damezrandin. Niha ku şerê DAIŞê bidawî hat, divê Heşda Şeibî nemîne. Ew karê çend hêzên Heşda Şeibî wek destpêka bidawîhatina Heşda Şeibî ye.”