Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heyder Şeşo: Pêwîst e Heşda Şeibî riya Şingal – Herêma Kurdistanê veke

 

Şingal-KDP.info- Sekreterê Partiya Demokrat a Êzdî û fermandarê Giştî yê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ragihand ku ew daxwaz dikin Şingal radestî îdare û xelkê Şingalê bikin û di destê Heşda Şeibî de nemîne.

Piştî dagîrkirina Kerkûk û Xurmatû û Şingalê ji aliyê Heşda Şeibî ve, êdî ew koçberên ku vegeriyabûn Şingalê û hejmara wan zêdetirî 11 hezar kes bû, dûbare koçberî Herêma Kurdistanê bûne, ji ber ku wek ew dibêjin: “Heşda Şeibî wek DAIŞê ye û tawanên wê ne kêmî yê DAIŞê ne. Çekdarên Heşda Şeibî destê xwe datînin ser mal û milkê welatiyan û talan dikin, lewma jî daxwaz dikin ew çekdar ji Şingalê derkevin û Hêzên Pêşmerge yên ku Şingal rizgar kirin, dîsa vegerin Şingalê biparêzin û heta ku ew çekdar li Şingalê bin em venagerin ser malê xwe.”

Derbarê wê yekê de, Heyder Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji piştî hatina Heşda Şeibî bo Şingalê û heta niha ti guhertinek ber bi başbûn ve çênebûye. Ti xizmetek bo Şingalê nekirine. Ji ber hebûna Heşda Şeibî ti rêxrawek amade nîne ku bê li Şingalê kar bike. Heşda Şeibî qayimeqam û rêveberiyên nahiyeyan danine, ku ser bi Heşda Şeibî ve ne û bê ku pirsyarê ji xelkê Şingalê bikin.”

Şeşp wiha got: “Em daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem riya di navbera Şingal û Herêma Kurdistanê bê vekirin, ku ji aliyê Heşda Şeibî ve hatiye girtin. Ji ber ku xelkê me 11 saetan bi rêkê ve diçin heta ku dighên Dihokê. Herwiha em daxwaz dikin ku îdareya Şingalê vegere destê îdare û xelkê wê û bi zûtirîn dem rewş aram bibe, ji bo ku aliyên siyasî yên Kurdistanê vegerin Şingalê û rêxistinên civaka sivîl jî vegerin û karê xwe bo alîkariya xelkê bikin.”