Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Amêdî- Ji nava 92 gundan PKKê destê xwe daniye ser 85 gundan

 

Amêdiyê-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Şêladizê ya ser bi Qrzaya Amêdiyê Warşîn Selman Mihemed dibêje, ji ber PKKê piraniya gundên devera wan ji malê xwe bar kirine, ku ji nava 92 gundan PKKê destê xwe daniye ser 85 gundan.

Warşîn Selman Mihemed ji malpera KDP.info re axivî û wiha got: “Tenê li nahiyeya Şêladizê ji nava 92 gundan, PKKê destê xwe daniye ser 80 gundî û ji tirsa PKKê xelk newêrin vegerin ser malê xwe, ku ditirsin balafirên Tirkiyê li wan bidin. Jibilî nahiyeya me, nahiyeyên Nêrwe û Rêkan û Doskî û çend navçeyên din jî ji ber PKKê newêrin vegerin ser malê xwe.”

Derbarê wê yekê jî, Umer Oreyî Berpirsê Şaxa 18 ya PDKê li Amêdiyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî hatina PKKê bo navçeyên me, êdî xelkê navçeya me di xweşiyek nedîtine û PKKê ji hemû wan bûyerên nexweş ên ku çêbûne, berpirsyar e.”