Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Cîgirê Serokomar: Nabe pirsgirêk bi zimanê tûj û xwe ferizkirinê yekalî bibin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Osama Nuceyfî pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo kirin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi riya guftûgo û danûstandinan kirin.


Îro 07.12.2017ê li Selahedîn serok Barzanî pêşwazî li cîgirê serokkomarê Iraqê Osame Nucêfî kir.

Di hevdîtinê de ku Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û endamên Polîtburoyê Hişyar Zêbarî û Azad Berwarî jî amade bûn, rewşa siyasî ya navnetewî, Iraq û navçeyê hate gotûbêj kirin û li ser rewşa koçberan û rewşa bajarê Mûsilê jî hate behs kirin.

Di beşeke din ê civînê de pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û proseya siyasî ya Iraqê û jiyana siyasî ya pêkhateyan li Iraqê û herwaha pirsgirêkên dinav proseya siyasî de hatin guftûgo kirin û her du aliyan tîşk xist ser pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Bexda û diyar kirin nabe zimanê tûj û ferzkirina dîfakto pêk bên, ji ber hemû pirsgirêk dikare bi rêya guftûgo û rûniştinan ve bên çareser kirin.

Di hevdîtinê de her du alî hevbîr bûn ku çareseriya pirsgirêkan û rêgirtina li kûrbûna krîzan pêwîstiya xwe bi hemahengî û jihevtêgeheştin û karê hevbeş ê aliyan heye.