Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da: Baweriya xelkê Kurdistanê bi axaftinên te nayê

 

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand, heta niha jî Iraqê daxwaza lîsteya karmend û mûçewergiran ji Herêma Kurdistanê nekiriye û ew nizanin, Ebadî behsa hûrbîniya kîjan lîsteyê dike.

Derbarê daxuyaniya duh Sêşemî ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de ku derbarê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de axivîbû, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî daxuyaniyek da.
Sefîn Dizeyî matmayîna xwe li hember daxuyaniya Heyder Ebadî ya derbarê hûrbîniya lîsteya mûçewergirên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve aniye ziman û ragihandiye, heta niha hikûmeta Iraqê daxwaza ti lîsteke mûçeyan ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekiriye û ew weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar nînin û nizanin, ka Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike.
Sefîn Dizeyî daxuyaniya Ebadî weke bangeşe û daxuyaniyên medyayî bi nav dike û dibêje, ku xelkê Herêma Kurdistanê bi başî ji wê yekê têgihîştiye ku ev yek ji bilî daxuyaniyeke medyayî tişteke din nîne, ji ber wê jî ti baweriya wan bi wan gotinan nemaye.
Sefîn Dizeyî wiha dibêje: “Birêz Ebadî ew çend car e ku behsa wê dike, ku qaşo dê mûçeyên mûçewergirên Herêma Kurdistanê bişîne û bo vê yekê jî ew mijûlî hûrbîniya lîsteyên mûçewergirên herêmê ne, lê belê weke ku pêştir jî me gotiye, hikûmeta federal heta niha daxwaza ti lîstekê ji hikûmeta herêmê nekiriye, ji ber wê em agahdar nînin û em nizanin ew kîjan lîst in ku hikûmeta birêz Ebadî mijûlî hûrbîniya wan e!? Xelkê Kurdistanê êdî baş fêm kirine, ku ew ji bilî daxuyaniyên medyayî, tişteke din nîne, ji ber wê ti baweriya wan bi wan gotinan nemaye.”
Derbarê daxistina deriyên sînorî û firokexaneyên Herêma Kurdistanê de jî, Dizeyî ragihandiye, ku ew biryar cezakirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye û li dijî Destûra Iraqê ye jî, ku li gorî destûrê divê deriyên sînorî û firokexane bi awayekê hevbeş bihêne birêvebirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike: “Li gorî madeya 114 a Destûra Iraqê, birêvebirina deriyên sînorî bi tenê ji desthilata hikûmeta federal nîne, lê belê pêwîst e bi hevbeşî li gel Herêmê werin birêvebiirn, bo vê armancê jî me herdem ragihandiye, ku Hikûmeta Herêmê ji bo her hevkarî û hemahengiyekê amade ye.
Derbarê daxistina firokexaneyan de jî, ew yek cezakirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye, cezakirina wan nexweş û pêşmergeyan e ku di dema berevanîkirina li Herêma Kurdistanê û Iraqê de û di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bûn û pêwîstiya wan bi çareseriya li derveyî welat heye. Seferkirina bi rêya firokexeyên Bexdayê yan bajarên din ên Iraqê ewqasî hêsan nîne, weke ku birêz Ebadî behsa wê dike, hem xercê seferê li ser hemwelatiyan zêde dike, hem demeke zêde ji wan digire. Pirsyar ev e, çima hemwelatiyên Bexda, yan Necefê yan Besrayê mafê wê hene ku ji bajarê xwe ve rasterast serdana derveyê welat bikin, lê belê hemwelatiyên Herêmê ew maf nîne!? Ev çawan dibe hemwelatîbûn!?”
Sefîn Dizeyî derbarê gotinên Serokwezîrê Iraqê yên li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê de jî bersiva Ebadî daye û gotiye: “Me dema wê yekê nîne, ku em behsa wan hemû pirsgirêk û kêmasiyan bikin ku her ji destpêka destbikarbûna kabîneya birêz Ebadî ve tûşî hikûmeta wî bûne, ew ne meseleya me ye û ti sûdek jî bo vê rewşê nîne. Derbarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî, wê rewatî ji parlamentoyê û gelê Kurdistanê wergirtiye û ti pêwîstî bi rewatîdana xelkê din nîne, bi şêweyekê yasayî jî bi du xûlên yasadanînê li gel parlamentoya Kurdistanê dê berdewam be û desthilata wê ya temam li ser hemû rehendên Herêma Kurdistanê heye.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cardin tekezî li ser niyeta pak a Herêma Kurdistanê bo destpêkirina gotûbêjeke rasteqîn di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi armanca çareserkirina pirsgirêkan dike û diyar dike: “Herêma Kurdistanê weke herdem ragihandiye, bi awayekê rastgoyane û bi niyeteke pak daxwaza gotûbêjê dike bo çareserkirina pirsgirêkan, lê belê aliyê ku bersivê nade û tenê bi rêya medya û konfransên rojnamevanî-bo propagandayê, ne bo çareseriyê- berdewam behsa çareser û ji hev têgihîştinê û Destûr û hemwelatîbûnê û wan hevokan dike, birêz Ebadî ye. Ew yek jî bi tekezî xizmeta rewşê nake û nabe sedema çareseriyeke ciddî ji bo pirsgirêkan, berovajî dibe sedema berdewamiya neseqamgîriyê.”