Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fazil Mîranî: Divê rêxistina navmala Kurdî karê me yê sereke be

 

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya Rêvebera Beşê Siyasî yê Konsulxaneya Brîtanya de ragihand ku di pirsên çarenivîsaz de yekrêziya aliyên siyasî pir girîng e û divê rêxistina navmala Kurdî karê me yê sereke be.

Îro Fazil Mîranî pêşwazî li Losî Smês Rêvebera Beşê Siyasî yê Konsulxaneya Brîtanya kir û di wê hevdîtinê de Mîranî behsa rewşa siyasî û ewlehî û aborî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir, ew jî di qonaxa piştî lidarxistina referandumê de û piştî helwest û karvedanên nedestûrî yên Hikûmeta Iraqê li hember Herêma Kurdistanê.

Sekreterê Polîtburoya PDKê amaje bi wê yekê kir ku sedema sereke ji encamdana referandumê bêhêvîbûna xelkê Kurdistanê bû ji Bexdayê û ji cîbicînekirina destûr, ku berdewam destûr binpê dikin û mafên Kurdistanê zeft dikin.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku di pirsên çarenivîsaz de yekrêziya aliyên siyasî pir girîng e û divê rêxistina navmala Kurdî karê me yê sereke be.

Losî Smês Rêvebera Beşê Siyasî yê Konsulxaneya Brîtanya spasiya sekreterê polîtburoya PDKê kir li ser vê civîvê û tekez kir ku divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê bên çareserkirin û nabe hêzên leşkerî bên bikaranîn.

Attachments area