Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Cîgirê Serokê Parlamentoyê: Divê karesata Xurmatû wek jenosîd bê naskirin

Hewlêr-KDP.info- Li nava Parlamentoya Kurdistanê pêşangehek taybet bi karesata Xurmatû bi destê Heşda Şeibî, birêve çû û Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî jî li wir ragihand ku divê ew karesat wek jenosîd bê naskirin.

Ceifer Êmînkî îro di dema birêveçûna wê pêşangeha ku tawan û karesatên Heşda Şeibî nîşan didin, ji rojnamevanan re ragihand: “Rêxistinên navdewletî û navxweyî li ser wê rewşa xerab a ku hatiye serê Xurmatû û xelkê wê yê Kurd, raporên xwe nivîsandine û herwiha ji aliyê parlamenter û qayimeqamê Xurmatû ve rapor hatine amadekirin.”

Êmînkî wiha got: “Tawan û karesatên pir mezin li dijî Xurmatû û Kurdan hatine kirin û pêwîst e ew karesat wek jenosîd bên naskirin û ji bo piştraskirina wê yekê jî gelek belge di destê me de hene.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê wiha domand: “Herwiha Kurdên Xurmatû ku koçber bûne, gelek nexweşî dîtine û divê em bi hewara wan ve biçin û alîkariya wan bikin.”