Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî ligel Partiya Komînîst a Kurdistanê civiya

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li Selahedîn li gel şandeke polîtburoya Partiya Komînîst (Şûî) ya Kurdistanê civiya.

Îro 05.12.2017ê serok Mesûd Barzanî li Selahedîn ligel şandeke polîtburoya Partiya Komînîst a Kurdistanê civiya. Di civînê de serok Barzanî spasiya helwêstê Partiya Komînîst a Kurdistanê û alîgirên wê kir, ji ber piştgiriya referandûmê kirine û rola Partiya Komînîst di wê proseya niştimanî ya giring de bilind nirxand.

Herwaha di axaftina xwe de bi awayek têr û tejî behsa qonaxa piştî referandûmê û bûyerên 16ê cotmehê û helwêsta Bexda û civaka navnetewî rave kir.

Şanda polîtburoya Partiya Komînîst jî amaje bi helwêstê partiya xwe ya li ser referandûmê û pirsên niştimanî diyar kirin û nêrînên xwe yên derbarê pirsgirêk û aloziyên pêş gelê Kurdistanê anîn ziman.

Di beşek din ê civînê de jiyana gel û rêyên derketina ji vê qonaxê û astengiyan û pêwîstiya yekhelwêstiya siyasî ya aliyên Kurdistanê hate gotûbêj kirin. Herwaha li ser proseya siyasî ya herêma Kurdistanê her du alî jî hevbîr bûn ku helbijartin rêya herî başe bo çareser kirina pirsgirêkên siyasî û ji bo başkirina jiyana xelkê jî pêwîste aliyên siyasî yên Kurdistanê alîkarê hikûmeta herêma Kurdistanê bin.