Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Emê vê carê jî bi serbilindî vê rewşa demkî derbas bikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di civîna ligel desteyên rêxistinên pîşeyî û camewerî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ragihand, şer ne çareserî ye û nikare dêfaktoyê bisepîne. Baştirîn rê, guftûgo û danûstandin e.

 

 

Di civînê de Serok Barzanî behsa dawî pêşhatên siyasî, referandum û rewşa niha ya proseya siyasî ya Iraq û Kurdistanê û navçeyan kir û ragihand, “Me berî referandûmê jî tekezî li wê kir, piştî referandûmê proseyeke vekirî ya danûstandina ligel Bexdayê dest pê dikin.

Herwiha Serok Barzanî wiha got: “Mixabin li şûna guftûgoyê, bi hewla xwesepandina bi zora hêzê û pilangêriyê bersiva dawaza rewa û demokrastî ya gelê Kurdistanê dan. Niha jî em dîsa tekezî li wê dikin, ku şer ne çareserî ye û nikare dîfaktoyê bisepîne. Baştirîn rê, guftûgo û danûstandin e.”

Serok Barzanî tekezî li wê jî kir, bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê çespandiye, ku di şerê îrade de serî natewîne û ala spî li hember zordarî, zulm û xiyanetê hilnagire û xweragiriya gelê Kurdistanê her dem serkeftinên mezin berdewam bûye. Vê carê jî bi serbilindî ji vê rewşa na asayî, ne yasayî û ya demkî derbas dike.