Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê nayê şikestin..Em alaya spî ji zilm û zordariyê bilind nakin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di civîna ligel nivîsgeh, deste û dezgehên navendî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ragihand, Kurdistan alaya spî li hember zilm û zordariyê û xiyanetiyê bilind nakin. Herwiha got ku, îradeya gelê Kurdistanê nayê şikestin.

Îro 2-12-2017 li bajarê Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî ligel endamên nivîsgeh, deste û dezgehên navendî yên PDKê civiya.

Serok Barzanî dupat kir jî, ew rewşa bi neyasayî û neasayî dirust bûye, demkî ye û heta serî nebe û derbas dibe. Derbarê rewşa niha de jî ragihand, baştirîn çareserî ji rewşa siyasî ya niha re, birêvebirina hilbijartinan e.

 

Di civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de ronî xiste ser dawî pêşhatên siyasî û qonaxa piştî referandûmê û proseya siyasî ya Iraq û Kurdistanê. Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, deriyên Herêma Kurdistanê ji danûstandina ligel Iraqê re vekirî ne û ew guftûgoyê bi baştirîn çareserî dizanin, lê di heman dem de ferzkirina emir waqih di riya zorê, çek û xiyanetiyê nayê qebûl kirin.

Ragihand jî, bila ti kes şerê îradeyê bi xelkê Kurdistanê re neke, îradeya gelê Kurdistanê nayê şikandin û em alaya spî li ber zordarî, zulm û xiyanetiyê hilnagire û xwe radest nake.

Serok Barzanî tekezî li wê jî kir, ew rewşa bi neyasayî û neasayî dirust bûye, demkî ye û heta serî nebe û derbas dibe.

Serok Barzanî di dirêjahiya gotara xwe de ronî xiste ser proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û ragihand, baştirîn çareserî ji rewşa siyasî ya niha re, birêvebirina hilbijartinan e.