Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serokê Fransayê: Divê madeya 140 were cîbicîkirin û mafê Kurdan bê dan..Divê milîs li Iraqê nemînin

 

Parîs-KDP.info- Serokê Fransayê Emmanuel Macron banga diyaloga lezgîn li Hewlêr û Bexdayê kir û got, ku pêwîste demildest aştî li herêmê serwer be û mafên Kurdan parastî bin. Macron herwiha da xuyakirin, ku divê madeya 140 li gorî Destûra Iraqê were cîbicîkiirn û hêzên mîlîsî yên weke Heşda Şeibî jî li Iraqê nemînin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî ragihand, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de ew amade ne li gel Bexdayê diyalogê bikin.
Piştî hevdîtina li Koşka Elyseeyê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke hevpar a çapemeniyê lidar xistin.
Emmanuel Macron diyar kir, ku ew ji ber serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî spasiya wan dike û diyar kir, ku di navbera gelê Kurd û Fransayê de dostaniyeke dîrokî heye û Fransa herdem dostekî nêzîk ê gelê Kurd bûye.
Macron herwiha ji ber şerê li dijî DAIŞê û pêşwazîkirina hejmareke zêde ya koçber û penaberan spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir û got: “Pêşmerge mil bi milê hêzên Iraqî, li dijî terorê şerekî bê wêne kir.”

Serokê Fransayê behsa naveroka hevdîtinê jî kir û da zanîn, ku wî li gel Nêçîrvan Barzanî behsa tekezkirina mafên gelê Kurd di çarçoveya Destûra Iraqê de kirine û got: “Em berî hertiştî piştgirî didin yekparçebûna xaka Iraqê. Herwiha piştgirî didin misogerkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên Iraqê û mafên Kurdan. Ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexdayê de Fransa piştgirî dide diyalogeke niştîmanî li Iraqê.”
Di berdewama daxuyaniya xwe de Macron şertên ji bo diyalogê jî rêz kir û destnîşan kir: “Divê diyalog li ser hîmê Destûra Iraqê birêve biçin. Divê pirsgirêka navçeyên nakok ên madeya 140 a destûrê de hatiye destnîşankirin, li gorî Destûra Iraqê were çareserkirin.”
Emmanuel Macron da zanîn, ku di dema hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de wî ev daxwaz jê re vegotine û da xuyakirin: “Min ji birêz Ebadî re got divê piştî şer hemû grûbên mîlîsên li Iraqê nemînin. Divê dahatên Iraqê bi awayeke dadperwerî werin parvekirin. Pêwîst e demildest aştî li herêmê serwer be û mafên Kurdan parastî bin.”

Macron tekez kir, ku Fransa amade ye ji bo diyaloga nîştîmanî ya Iraqê alîkar be û wiha axivî: “Kurdistaneke bi hêz li Iraqê dibe sedema seqamgîriya herêmê jî. Ji bo diyaloga Hewlêr û Bexdayê bigihe armancê, dê Fransa alîkariyên xwe û pêngavên xwe yên ji vir û pêve jî berdewam bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji ber pêşwaziya li Koşka Elyseeyê û herwiha ji ber alîkariyên Fransa yên di dema şerê li dijî DAIŞê de spasiya wî welatî kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Serok Macran nîşana dostaniya di navbera Fransayê û Kurdistanê û herwiha Iraqê de ye. Bi baweriya me rola Fransayê giringe ji bo diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê bigihe encameke baş.”
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê naveroka civînê da zanîn, ku wan di çend xalan de nêrînên xwe ji Macron re ragihandiye û got: “Li ser mijara li xalên sînor çespandina desthilata federal de ti pirsgirêkeke me nîne. Me ji Bexdayê re gotiye, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de em amade ne danûstandinan bikin.”
Li ser pirsên rojnamevanan Emmanuel Macron balkişande ser wê yekê, ku wan weke hikûmetake fermî û rewa pêşwaziya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye û got, ku ji bo dabînkirina seqamgiriya herêmê, rola Kurdan giring e û seqamgiriya Iraqê jî ji bo hemû herêmê û ji bo wan jî giring e.

Emmanuel Macron herwiha da zanîn, ku piştî vê hevdîtinê ew dê bi Heyder Ebadî re jî biaxive û diyar kir: “Baweriya min bi birêz Heyder Ebadî heye, ku dê bikare di nava Iraqekî yekgirtî de pirsgirêkan çareser bike. Peyama min bo Ebadî dê ew be, ku ji bo Iraqekî bi hêz divê hikûmeteke bi hêz hebe û rêzê ji mafê hemû pêkhateyan bigre.”
Macron tekez kir, ku rêya çareseriyê jî ew e, ku hemû xalên Destûra Iraqê yek bi yek werin cîbicîkirin.