Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em komkujiya Xurmatû bi ti awayî qebûl nakin û bêdeng jî namînin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm civiyan û di wê civînê de got, em jenosîda Xurmatû bi ti awayî qebûl nakin û bêdeng jî namînin.

Îro Çarşema 29-11-2017 Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm û şandeke pê re kir.
Di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî ên Iraq, Kurdistan û deverê hatin nirxandin û her du alî li ser çareser kirina kêşeyên heyî bi rêyên aştiyane û diyalogê hemfikir bûn.
Her di heman civînê de Serokkomarê Iraqê behsa hewldanên xwe yên bo çareserkirina kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir bi awayek ku destûr weke sîbanek be bo parastina bûn û kerameta tevahiya hêkhateyan.
Li hember de jî Serok Barzanî diyar kir ku lazime giftûgo û diyalogeke hevseng û bêmerc hebe û dûr be ji zimanê xwe ferizkirinê.
Serok Barzanî herwiha ji Serokkomarê Iraqê re got: “Divê Hikûmeta Iraqê dev ji zimanê xweferizkirin û kiriyarên derdestûrî bi taybetî ew tiştên ku li Kerkûk û deverên din li hember gelê Kurdistanê de kirine bidûr bigire û herwiha divê bilez ew jenosîda li Xurmatûyê tê kirin were rawestandin jiber ku ew yek bi ti awayî nayê qebûlkirin û em li hember wê bêdeng nabin.”
Serok Barzanî herwiha diyar kir ku xwe sepandin bi hêz û çek serkeftî nabe û rewşa niha jî berdewam nabe.