Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK, Komonîst û Zehmetkêşan: Em piştgiriyê li Hikûmeta Kurdistanê dikin

 

Hewlêr-KDP.info- Hersê partiyên Başûrê Kurdistanê, PDK, Partiya Komonîst a Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê di civînên xwe de ligel şanda Hikûmeta Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo Hikûmeta Kurdistanê nîşan dan.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî û şanda hikûmetê ligel Polîtburoya PDKê civiyan û di wê civînê de PDKê tekez kir li ser tebayî û yekrêziya di navbera aliyên siyasî yê Kurdistanê de û hemû piştgiriyeke xwe ji bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo derbaskirina vê rewşê û çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê li ser bingeha destûrê Iraqê.

 

Piştre şanda hikûmetê ligel Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê jî civiya û di wê civînê de herdu aliyan tekez kir li ser yekrêzî û tebayîya aliyên siyasî yên Kurdistanê, ew jî ji bo rûbirûbûna rewşa niha û dîtina çareseriyeke destûrî ji alozî û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Partiya Zehmetkêşan serdana şanda Hikûmeta Kurdistanê bo aliyên siyasî bi pêngaveke girîng da zanîn û piştgiriya xwe ji bo hewlên wê ji bo dirustkirina yekrêziyê, nîşan da.

 

Di dawiyê de, her li Hewlêrê şanda hikûmetê ligel Partiya Komonîst a Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de tekezî li ser yekêtî û yekrêziya Kurdistanê hat kirin. Partiya Komonîst ligel piştgiriya xwe ji bo Hikûmeta Kurdistanê di vê rewşa niha de, tekez kir kir ku rast e ev qonaxa niha dijwar e, lê wek çawa berê gelê Kurdistanê qonaxên zehmetir derbas kirine, dê vê qonaxê jî derbas bikin.