Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Bexda berî referandumê jî nêta dagîrkirina Kurdistanê hebû..Gelê Kurdistanê neşkestiye

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ligel berpirsên siyasî û îdarî û hizbî yên PDKê li Silêmanî û Helebçe û Raperîn civiya û di wê civînê de ragihand ku gelê Kurdistanê nehatiye şikestin, lê belê xiyanet lê hatiye kirin û ev rewşa niha demkî ye. Herwiha got jî ku eger ne ji xiyanetê ba, pilana li dijî Kerkûk û Kurdistanê ser nedigirt.

Îro Dûşema 27-11-2017 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî ligel Encumena Serkirdatiya PDKê û berpirsên navendên PDKê li Silêmanî û Helebçe û Raperîn, civiya.

 

Di wê civînê de, Serok Barzanî gotinek pêşkêş kir û bi hûrî behsa bûyerên vê dawiyê û birêveçûna referandumê û ew rewşa nexweş a ku li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî çêbûye, kir û ragihand: “Gelê Kurdistanê neşkestiye, lê belê xiyanet lê hatiye kirin û ev rewşa ku ji ber nepakiyê û xweferizkirinê çêbûye, demkî ye û îradeya gelê me dê her biser bikeve.”

Serok Barzanî wiha got: “Me beriya referandumê jî got ku, Bexda dixwaze destkeftên rewa yên gelê Kurdistanê nehêle û me vegerîne xeta berê ya di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Beis de. Lewma jî eger referandum jî nehatiba kirin, pilana Bexda ji bo dagîrkirina Kurdistanê her hebû, lê eger ew nepakiya 16ê mehê nebaya, ew pilana li dijî Kerkûk û Kurdistanê ser nedigirt.”

Serok Barzanî wiha domand: “Xiyanet û dagîrkirin û ferizkirina rewşa dîfakto bi qiweta çekan nasnameya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî naguherin û ev rewşa niha dewmkî ye û her serkeftin para gelê Kurdistanê ye.”

Serok Barzanî ragihand: “Em piştgiriya gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin û eger nêta Bexdayê ji bo çareseriyê hebe, Hikûmeta Kurdistanê têra xwe bi aliyê gotûbêjan de çûye û ti hincetek ji Bexda re nehiştiye.”