Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Jiyana xelkê Şingalê ji ber Heşda Şeibî reş bûye

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, êdî jiyan û rewşa xelkê Şingalê di xerabtirîn rewş de ye, ku Heşda Şeibî jiyana wan reş kiriye.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî hatina Heşda Şeibî bo Şingalê êdî rewşa xelkê ji hemû aliyekî ve xerab bûye. Xelk nikarin tiştekî bikin û rewşa wam a derûnî xerab e. Pêdviya xelkê bi gelek tiştan heye. Hemû rê girtî ne û xelk nikarin biçin Mûsilê û pêdviyên jiyanê ji wir bikirin, ji ber ku riya Mûsilê metirsîdar e û riya Dihokê jî girtine.”
Mehma Xelîl wiha got: “Heşda Şeibî tenê mijûlî karên serbazî ye û qet haya wê ji jiyana xelkê tune ye. Demsala zivistanê û sermayê destpê kiriye û pêdviya xelkê bo gazê heye, lê Heşda Şeibî nikare pêdviyên xelkê dabîn bikin, ji ber ku qet xema xelkê naxwin û tenê ji ber berjewendiyên xwe hatine Şingalê.”
Qayimeqamê Şingalê wiha domand: “Rêxistinên mirovî ji ber Heşda Şeibî ditirsin bên şingalê. Berê çend rêxistin hebûn ku alîkariya xelkê dikirin, lê niha ew jî li vir nemane û jiyana xelkê reş bûye.”