Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamenterê Kurd li Bexda: Kêmtir ji %17 ji budceyê em razî nabin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de, dibêje aliyên Kurdistanî li Bexdayê ji hemû aliyên Iraqê re gotine ku ew razî nabin para Kurdistanê bibe kêmtir %17.

Li gorî destûrê Iraqê, pêwîst e Hikûmeta Iraqê pêbend be bi para Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê, lê ev çar sal e ku Hikûmeta Iraqê para Kurdistanê bi biryareke siyasî qût kiriye. Piştî referanduma Başûrê Kurdistanê û êrîşa Iraqê li ser Kurdistanê, Bexda biryar daye ku para Kurdistanê bike %12.
derbarî vê yekê de, Musena Emîn Serokê Frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Em hemû hewlên xwe didin ji bo ku Bexda li hemberî Herêma Kurdistanê pêbendî destûr û yasayê be. Em wek nûnerên Herêma Kurdistanê pêdagiriyê dikin ji bo garantîkirina mafên Kurdistanê di budceya Iraqê de. Herwiha em Hikûmeta Kurdistanê jî han didin ku pêbend be bi rêkeftinên xwe ligel Bexdayê, da ku ti hinceteke Bexdayê nemîne ji bo neşandina pereyên Kurdistanê.”
Derbarê daxistina rêjeya budceya Kurdistanê ji 17% bo 12%, Emîn wiha got: “Pêwîst e ew rêjeya ku hatiye danîn, bê guhertin û me ji hemû aliyên Iraqî û Amerîka re gotiye ku em qebûl nakin budceya Kurdistanê kêmtir be ji 17ê.”
Attachments area