Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kerkûk- Erdê Kurdan ji wan distînin û didin Ereban

 

Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Çandiniya Kerkûkê Mehdî Mubarek dibêje, ew Erebên ku berê rêjîma Beis ew anîbûn Kerkûkê û piştre hatibûn qerebûkirin û vegeriyabûn bo navçeyên xwe, êdî Hikûmeta Iraqê careke din wan tîne Kerkûkê û erdê Kurdan dide wan.

Mehdî Mubarek ji malpera KDP.info re ragihand: “Di dema rêjîma Beis de, Ereb anîbûn Kerkûkê û bi zorê erdê Kurdan ji wan stendibûn û dabûn Kurdan, lê piştre ew Ereb hatin qerebûkirin û vegerandin bo navçeyên ku jê hatibûn. Niha dîsa Hikûmeta Iraqê wan tîne Kerkûkê û dîsa erdê Kurdan dide wan.”
Mubarek wiha got: “Li sînorê Daquq û Dubiz bi zorê û bi riya dadgehên Iraqê ew Erebên ku hatibûn derxistin, dîsa erdê Ereban ji wan hatine tendin. Tişta ku tê kirin, zindîkirina bi erebkirina Kerkûkê ye.”