Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da

 

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniya roja Sêşemiyê ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da û ragihand, bi piştgirêdana bi biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya di 20-11-2017ê de, divê hemû ew rêkar û encam û bandorên nerewa yên li dijî Herêma Kurdistanê werin hilweşandin ku tenê di berteka referandum de ji aliyê hikûmeta federal û parlamentoya Iraqê ve li ser Herêma Kurdistanê hatine sepandin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de amaje bi wan rêkaran dike, ku Bexda weke bertek li hermber referanduma serxwebûnê, li dijî Hewlêrê cîbicî dike û dibêje, divê hemû rêkar û encamên nerewa yên ku ji aliyê hikûmet û parlamentoya Iraqê ve li dijî Herêma Kurdistanê hatine destpêkirin, yên weke “kêmkirina pişka bûdceya Herêma Kurdistanê, cezakirina nûnerên Herêma Kurdistanê yên li parlamentoya Iraqê, daxistina firokexaneyan û hemû ew biryarên din jî ku roja 27-09-2017ê heta berî derketina bryara Dadgeha Federalî jî weke bertek ji aliyê parlamentoya Iraqê ve li dijî xelk û Herêma Kurdistanê ve hatine dan”, werin hilweşandin.
Dizeyî herwiha derbarê Pêşmerge de jî dibêje: “Pêşmerge hêzeke îtîrafpêkirî ya destûrî ye û di têkşikandina DAIŞê û parastina welat de tevî hêzên iraqî di proseya rizgarkirina Mûsilê de roleke sereke dîtiye.”
Dizeyî tekez dike: “Eger pêşmerge nebûya, di şerê li dijî DAIŞê de dê Kerkûk û gelek navçeyên din jî ratsî heman çarenivîsa Mûsilê bibana. Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de 1,802 şehîd û 10,233 birîndar û 62 windayî daye. Civaka navdeweltî û birêz Ebadî bi xwe jî çend caran pesnê rola Pêşmerge di alîkarî, piştgirî û hemahengiya li gel artêşa Iraqê de dane, ji ber wê jî divê hemû alî her bi vê şêweyê temaşeyî Pêşmerge bikin û mafên destûriyên wê dabîn bikin, ku bi mixabinî ve heta niha hikûmeta federal ti salekê mûçeyên wê nedaye, di demekê de ku li gorî Destûrê, Pêşmerge beşek e ji sîstema berevaniya Iraqê û divê mûçe û heqên wê yên darayî ji aliyê hikûmeta federalî ve were dabînkirin.”
Derbarê şandina mûçe ji karmend û mûçewergirên Herêma Kurdistanê de jî, ku Ebadî çend caran di gotar û daxuyaniyên xwe amaje pê kiriye, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Birêz Heyder Ebadî çend caran gotiye, ku dê mûçeyên mûçewergirên Herêma Kurdistanê bişîne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî herdem tekez kiriye, ku amade ye ji bo wê yekê hemû cure hemahengiyeke pêwîst bike, lê belê di rastî de niha ti pêngaveke kirdarî bo vê mebestê ji aliyê hikûmeta federalî ve nehatiye avêtin. Ew heta amade nînin lîsteya bayometriyê ya mûçewergiran jî ji Herêmê werbigirin, ji ber wê êdî xelkê Kurdistanê gihîştiye wê baweriyê ku mijara şandina mûçe ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bi ti awayî ciddî nîne, belku tenê gotin e û ne tişteke din.”
Sefîn Dizeyî di dawiya daxuyaniyê de, derbarê navanîna Herêma Kurdistanê ji aliyê Ebadî ve weke parêzgehên bakurê Iraqê jî destnîşan kir: “Navanîna Herêma Kurdistanê bi her naveke din a çêkirî, bi aşkere nedestûrî ye û em red dikin, gelê Kurdistanê jî bi tev alî û pêkhateyên wê ve hevdeng in li ser parastina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û qet bazarê li ser wê yekê nakin.”