Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Çavkaniyeke agahdar: Şandeke siyasî ji Şîeyan hatiye ser Çiyayê Şingalê

Şingal-KDP.info- Çavkaniyeke agahdar ji ser Çiyayê Şingalê ragihand ku duhî şandeke siyasî ji Şîeyan serdana çiyayê Şingalê kiriye û armanca wê serdanê siyasî bûye.

Çavkaniyeke agahdar ji ser Çiyayê Şingalê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî şandeke şandeke Şîeyan serdana ser Çiyayê Şingalê kir û ew şand nehatibûn ji bo ku pirsa kêmasiyan bikin, lê belê ji bo merameke din hatibû. Ew kesên ku hatibûn ser bi lêveger û merceyên Şîeyan ve bûn.”
Wê çavkaniyê wiha got: “Ew şanda Şîeyan ji bo meramîn siyasî hatibû, ku dixwazin Çiyayê Şingalê bikin navendeke leşkerî û weke navçeyeke stratejîk dibînin.”
Li gorî pisporên serbazî û siyasî yên navdewletî, çavê Îranê li ser Çiyayê Şingalê ye û dixwaze bixe bin destê xwe de.