Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Derve yê Brîtanya nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şand

 

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re name şand û tê de ragihand, ku hewleke ciddî ji bo çareserkirina nakokiyên Hewlêr-Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê heye.

Îro Çarşema 22ê Mijdarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Hon Wilks kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku Balyozê Brîtanyayê di vê hevdîtinê de nameya Wezîrê Derve yê wî welatî Boris Johnosn gihande Nêçîrvan Barzanî, ku têde destxweşî li hewlên Herêma Kurdistanê yên bo aramkirina aloziyên li gel hikûmeta federal a Iraqê, bi armanca destpêkirina gotûbêjan ji bo çareserkirina nakokiyan dike.
Johnson herwiha gotiye, ku Brîtanya li ser heman awasteya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berdewam dibe li ser hewlên xwe.
Boris Johnson tekez kiriye, ku hewleke ciddî heye bo destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê bi armanca çareserkirina nakokiyên her du aliyan li gorî Destûrê.
Wezîrê Derve yê Brîtanya piştgiriya Brîtanyayê bo serxistina proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê jî nîşan daye.
Di hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Telabnî jî tê de amade bibû, Balyozê Brîtanyayê behsa hevdîtinên xwe yên dawî li Iraqê û rewşa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kir û amaje bi hewlên welatê xwe yên jib o çareserkirina nakokiyên navbera her du aliyan jî kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevdîtinê de spasiya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê kir û ragihand, ku Herêma Kurdistanê berdewam hewl daye nakokiyn bi rêya diyalogê bihêne çareserkirin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji dostên Herêma Kurdistanê jî kir, ku di hewlên berdewam de bin ji bo xweşkirina zemîneya diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de.