Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Parlamentereke Kurd: Divê madeya 140 cîbicî bibe û piştre danûstandinê destpê bikin

Hewlêr-KDP.info- Piryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê û daxuyaniya Serok Barzanî li ser wê biryarê, hinek pisporên yasayî û siyasî han dane ku behsa komek mercên Kurdistanî ji bo danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin û bêjin divê gilî li Heyder Ebadî bê kirin.

Dadgeha Fedralî ya Iraqê di biryara xwe ya dawî de ragihand ku referanduma Başûrê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê, “Nedestûrî ye û tê hilweşandin.”

Derbarê wê yekê de, Parlmentera Kurd li Iraqê Rengîn Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurd dikarin sûdê ji wê biryara Dadgeha Iraqê bibînin. Min bi xwe ji gelek pisporên yasayî û destûrê pirsyar kiriye û wan jî tekez kiriye ku eger ji aliyê yasayê nebe, kurd dikarin ji aliyê siyasî ve sûdê ji wê biryara Dadgeha Iraqê werbigire.”

Bi nêrîna wê parlamenterê, niha derfet e ji Kurdan re ku kar li ser wê biryarê bikin dema ku dibêje, divê encamên referandum bên hilweşandin.

Serok Barzanî li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û tê de ragihand ku ew biryar siyasî ye û dengê gel bi xwe jêdera rewatî, destûr û yasayê ye.

Serok Barzanî wiha got: “Ev dadgeh di dema karkirina xwe de li hember hemû binpêkirinên destûrî yên hikûmeta Iraqê kirine, bêdengî hilbijartiye. Di biryara nedestûrîbûna referandûmê de jî bi heza siyasetmedaran tev geriye û ti xwendinek ji bo wê deqê nebûye ku di dîbaceya destûra Iraqê de hatiye, ku “Pabendbûn bi vê destûrê, yekgirtina Iraqê ya gel, xak û serweriya wê gerentî dike.” Ew di rewşekê de ye, ku zêdetir ji 55 madeyên destûrî hatine binpêkirin û hikûmeta Iraqê pabendî destûrê nebûye.”

Li gorî wê parlamentera YNKê, tevî wan hemû cezayên giran li dijî Herêma Kurdistanê û piştgiriya navdewletî bo hikûmeta Iraqê, lê Kurd heta niha jî xwedî pêgeheke bihêz in li Iraqê û nabe em bi lawazî biçin Bexdayê û danûstandinan bikin.”

Ebdulah wiha got: “Daxuyaniya Serok Barzanî pir bihêz bû û bi temamî yasayî û destûrî bû li dijî wê biryara dadgeha Iraqê. Êdî em dikarin daxwaza daxwaza raveyên zêdetir li ser wê bikin. Herwiha em dikarin ji ber wê biryarê li ser Ebadî girlî jî bikin.”

Rengîn Ebdulah wiha domand: “Ji ber piştgiriyên navdewletî bo Hikûmera Iraqê, êdî Ebadî gavên xwe zêdeyî davêje. Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê daxwaza rabûna hemû cezayan ji ser Kurdistanê bike û beriya danûstandinan bêje divê madeya 140 a destûrî bê cîbicîkirin û piştre danûstandin destpê bike.”