Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Ti astengî rêya azadiyê nagrin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Mehdî Zana kir û di wê civînê de ragihand ku ti astengiyek nikare rêgiriyê ji azadiyê re çêbike.

Îro 21-11-2017 Serok Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana kir.

Di civînê de Mehdî Zana jiber referanduma serxwebûnê û pêngavên parastina mafên reva yên gelê Kurdistanê spasiya Serok Barzanî û Serkirdatiya siyasiya Kurdistanê kir.

Zana eşkere kir ku ew pêngavên han bûne sedema dilxweşiya tevahiya Kurdan û hevdem li gel hebûna kêşe û arîşeyên mezin lêbelê tevahiya gelê Kurdistanê biryara referandumê bi biryareke rast û reva wesif dike.

Di beşeke din ya civînê de Serok Barzanî jî hevdem li gel şîrove kirina pêşhatên dawî yên siyasî, tekez li ser vê yekê kir ku vîn û îradeya gel li ser her vîn û îradeyeke dine.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku kêşeyên heyî vê werin çareserkirin û ti kêşe û aloziyek nikare li berdem azadî bibe asteng.