Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şeşo: Heşda Şeibî dê ji Şingalê derkeve

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê li Şingalê Heyder Şeşo dibêje, Heşda Şeibî ji nava Şingalê vedikşe û diçe derveyî bajêr.

Heyder Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Heşda Şeibî baregehên xwe ji nava Şingalê vedikşîne û diçe derveyî bajêr. Ew baregehên ku Heşda Şeibî destê xwe danîbû ser wan, vala kirine.”

Şeşo wiha got: “Heşda Şeibî dema ku hat Şingalê bi awayekî nerewa destê xwe danîbû ser baregehên Pêşmerge û fermangehên hikûmî, nexasim jî fermangeha Pêşmerge, lê ji duhî ve çekdarên Heşda Şeibî ji hemûyan derketine û çûne başûrê Şingalê û biryar e heta dawiya vê mehê ji tevahiya Şingalê derkevin.”

Heyder Şeşo wiha domand: “Kar û helwêstên Heşda Şeibî li Şingalê qet nayên qebûlkirin, ji ber ku wan bi awayekî nerewa êrîş kirin ser navçeyên Kurdistanê û gelek binpêkirin li wan navçeyan kirine.”