Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heşda Şeibî dorpêça aborî jî xistiye ser Şingalê

 

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, piştî hatina Heşda Şeibî rewşa Şingalê gelekî xerab bûye û eger rewş wisa bimîne dê qeyraneke pir mezin çêbibe.

Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Êzdî daxwaz dikin ku Heşda Şeibî ji Şingalê derkeve, ji ber ku pêdviya wan bi Heşda Şeibî tune ye û bi hatina wan tenê ziyan gihaye Êzdiyan.”

Xelîl wiha got: “Xelkê Şingalê nikarin biçin Mûsilê û ji wir pêdviyên malê bikirin. Ji ber Heşda Şeibî ew rê metirsîdar e. Ti maleke bajêr nehatiye paqijkirin û teqîn jî çêdibin.”

Li gorî Qayimeqamê Şingalê, ji bilî rewşa ewlehî ya xerab, xelkê Şingalê ji ber dorpêça aborî ya li ser bajêrê wan nebûna pêdviyên malê, dinalin, ku ew malbatên vegeriyane Şingalê nikarin pêdviyên xwe bikirin.