Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mexmûr.. Heşda Şeibî gundekî Kurdan bi temamî rûxandine

Mexmûr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûrê dibêje, çekdarên Heşda Şeibî li sînorê Mexmûrê çûne ser gundekî Kurdan û bi şofelan hemû xanî rûxandine û tenê 4 mal nerûxandine ku Ereb tê de bicîh bûne.

Emîd Rûkin Selîm Sûrçî Fermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Gundê Huştiralok ku gundekî Kurdan e û xelkê wê ji ber hatina terorîstên DAIŞê koçber bûne, êdî çekdarên Heşda Şeibî jî ketine wî gundî û bi şofelan malên Kurdan dirûxînin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Tenê 4 mal nerûxandine ku ew jî Erebên xwedî pez tê de bicîh bûne.”
Gundê Huştiralok ser bi bajerokê Mexmûr e û xelkê wê ji ber tirsa DAIŞê nikarîbûn vegerin ser mal û halê xwe.