Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Yên ji ber erdhejê ziyan dîtine dê bên qerebûkirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji bo Silêmaniyê bûdceyeke taybet terxan kirine û ziyanpêkeftiyên erdhejê dê werin qerebûkirin.

Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad talebanî, Wezîrê Tendrûstiyê Dr. Rêkewt Heme Reşîd, Wezîra Şaredarî û Geştiyariyê Newroz Mewlûd, Wezîrê Perwerdê Piştîwan Sadiq û Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê Ebdulstar Mecîd, bi armanca zanîna ziyanên erdhejê, seredana Derbendîxan kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku dê kesên di erdhejê de ziyan dîtine werin qerebûkirin û ji bo vê armancê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bûdceyek ji Silêmaniyê re terxan kiriye.

Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaza sersaxiyê ji xizm û kesên qurbaniyên erdheja Derbendîxan û Kirmaşanê re xwest.
Derbarê bendava Derbendîxanê de Barzanî ragihand, ku li gel Yekîtiya Ewropayê rêkeftine da ku ji bo nûjenkirina bendavê lîjneyekê bişînin.

Di dema serdanê de Serokwezîr Barzanî ligel rêveberên bajar û welatiyan civiya û herweha serdana Bendava Derbendîxanê jî kirin ku ji ber erdhejê ziyan lê ketiye.