Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî peyameke hevxemiyê bo kesûkarên qurbaniyên erdhejê şand

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî peyameke hevxemiyê bo kesûkarên qurbaniyên erdheja şeva bihorî belav kir û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan û xelkê deverên zirarpêketî re xwast.

Serok Barzanî îro Duşemî 13ê Mijdara 2017ê ji ber erdheja ku li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê çê bû, peyamek ji xelkê Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê re belav kir.

Serok Barzanî hevxemiya xwe ji bo xelkê deverên zirarpêketî û kesûkarên qurbaniyên erdhejê tîne ziman û dibêje: “Bi xemeke mezin ve şeva bihorî di encama rûdana erdhejê de li parêzgehên Helebce, Kirmaşan û navçeyên Qesrî Şîrîn û Serpêlî Zehawê bi sedan hevwelatiyan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn.”

Serok Barzanî serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyên erdhejê li her du parêzgehên Kirmaşan û Helebceyê dike û dibêje: “Bi vê boneya xembar, ez serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyan û xelkê navçeyên zirarpêketî yên erdheja şeva derbasbûyî dikim û hêviya bilez başûbûnê ji birîndarên vê bûyera dilhejîn re dixwazim. Di vê karesatê de, em xwe bi hevxemê xelkê lêqewimî û zirardîtî yê her du parêzgehên Kirmaşanê û Helebceyê dizanin.”

Şeva bihorî 12ê Mijdarê erdhejek bihêz her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha çend welatên herêmî hejand. Li gorî zanyariyan zêdetirî 400 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 7000 kesan jî birîndar bûne.