Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Divê civaka navdewletî alîkariya mafê gelê Kurdistanê bike

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe de ligel Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê, dibêje, pêwîst e civaka navdewletî alîkarê gelê Kurdistanê be ji bo ku careke din xedir lê neyê kirin û mafê wan neyê xwarin.

Îro 13-11-2017 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Blîkua û Berpirsa Ofîsa Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê Xanim Klarîs Pastorî kir.

Di wê hevdîtina ku Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qûbad Talebanî jî amade bû, Ramon Blîkua kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û sersaxî jî ji qurbaniyên erdheja şevê din a ku li Kurdistanê çêbû, xwest û tekez kir ku ji bo her alîkariyeke pêwîst jî Yekîtiya Ewropa amade ye.

Herdu aliyan tekez kirin ku pêwîst e civaka navdewletî û Yekîtiya Ewropa rola xwe bibînin di amadekirina diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha kêfxweşiya xwe nîşan dan ji bo aramiya hêlên di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de, ku ev rewş jî rê li pêşiya diyalog û gotûbêjan vedike.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasî helwesta Balayozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê kir û dilgiraniya xwe li hemberî reşnivîsa budceya Iraqê nîşan da ji ber ku gelek binpêkirinên mafê xelkê Kurdistanê tê de hene.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku pêwîst e civaka bavdewletî alîkariya xelkê Kurdistanê bike ji bo ku careke din xedir li wan neyê kirin û tekez jî kir ku Hikûmeta Kurdistanê ji bo her alîkarî û hevahengiyekê bi mebesta destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina aloziyan, amade ye.