Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Li Dubiz Ereban li malê Kurdan bicîh dikin

Dubiz-KDP.info- Rêveberê Asayişa Dubiz Raîd Elî Mihemed dibêje, di proseya bierebkirina parêzgeha Kerkûkê de li bajarokê Dubiz jî bierebkirina Dubiz destpê kiriye, ku gelek Ereb anîne wê deverê û li malê Kurdan bi cîh kirine.

Raîd Elî Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî hatina Heşda Şeibî bo sînorê parêzgeha Kerkûkê, bierebkirin bi awayekî giştî destpê kiriye, ku niha li sînorê Dubiz ew Erebên ku di dema rêjîma Beis de anîbûn wê deverê û piştre ew Ereb hatibûn vegerandin bo navçeyên Iraqê, êdî dîsa ew Ereb bo Dubiz tên veguhestin.”
Mihemed wiha got: “Ew Erebên ku tên vegerandin bo Dubiz, beşek ji wan dikevin malê Kurdan û malê wan dagîr dikin û beşek jî diçin gundên derdora Dubiz, lewma jî hatina wan berdewam e û gelek Ereb tên navçeyê.”
Rêveberê Asayişa Dubiz wiha domand: “Heşda Şeibî destê xwe daniye ser hemû malên me û ser navendên me, niha polîsên federal mala min dagîr kirine û baregeha asayişa Dubiz jî ketiye destê Heşda Şeibî de.”