Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pozbilindiya Bexdayê dê bişke û guhertineke mezin dê çêbibe


Hewlêr-KDP.info- Akadîmsyen û pisporê siyasî Dr. Saman Şalî dibêjem Bexda bûye xwedî pozbilindiyeke mezin, lê ew siyaset jê re naçe serî û guhertineke mezin bi rê de ye.
Dr. Saman Şalî ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî bûyerên 16ê meha 10, êdî Bexda pir pozbilind bûye û dixwaze hemû mercên xwe li ser hikûmet û xelkê Kurdistanê feriz bike. Lê ev pozbilindî û ev siyaseta Bexdayê heta serî jê re naçe û gelek bûyer bi rê de ne. Ez bawer dikim ku guhertinên mezin dê li navçeyê çêbibin. Bila Hikûmeta Iraqê zanibe ku ew tişta ku çêbû ne serkeftineke Ebadî bû, lê belê belê karê Îranê bû.”
Şalî wiha got: “Tişta ku Bexda neçar dike ku diyalogê bike ligel Kurdistanê, ya yekem serkeftina Hêzên Pêşmerge bû di eniyên bergiriyê de û ya dûyem jî yekdengiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ye, ku bi yekhelwêstiyê biçin Bexdayê bo danûstandinan û Hikûmeta Kurdistanê jî kar ji bo wê yekê dike.”