Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbata Şehîd Seîd Îlçî re şand. Ew jî ji ber koça dawî ya Celadet Seîd Îlçî.
Ev tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Birêz Fûad Seîd Îlçî û malbata Şehîd Îlçî bi giştî
Bi xemeke mezin me nûçeya koça dawî ya birayê xwe yê birêz Celadet Seîd Îlçî, bihîst.
Ji ber vê bûyera xemgîn ez sersaxiyê li we û li malbat û mervê we dikim û dibêjim xema me yek e.
Ez ji xwedayê mezin dixwazim ku cihê rehmetî Celadet Seîd Îlçî buheşta fireh be û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
11-11-2017”