Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

John McCain: Hebûna Heşda Şeibî li Kerkûkê metisî ye


Ajans-KDP.info- Senetorê Komarparêz ê Eyaleta Arîzonayê û Serokê Encumena Xizmetguzeriya Çekdarî John McCain got, hebûna Heşda Şeibî li Iraqê weke Kerkûkê ji bo tevahiya wî welatî metisî ye.

Senetorê Komarparêz John McCain di rûniştina taybet senatorên Amerîkayê de siyaseta Amerîkayê ya derbarê Rojhilata Navîn de rexne kir û got helwesta welatî wî li ser guhertinên li Rojhilata Navîn ne zelal e.
John McCain diyar kir ku siyaseteke Amerîka ya eşkere ji Rojhilata Navîn re nîne û bêdengiya Amerîkayê ya li herêmê bûye sedem ku li Iraq û Sûriyê milîsên şîe tevahiya valahiyan dagire.
McCain destnîşan kir ku li Kerkûkê Qasim Silêmanî kar ji bo çêkirina nakokiyan di navbera Hewlêr û Bexdayê kir û herwiha dixwazin hilbijartinên bê yên Iraqê ji bo bihêzkirina bandora Îranê li wî welatî bikar bîne.
Senetorê Komarparêz hebûna Heşda Şeibî li Iraqê weke Kerkûkê ji bo tevahiya wî welatî metisî ye.