Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Bi yekrêzê emê vê rewşê derbas bikin


Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê li gel Cîgirê Balyozê Australia li Iraqê civiya û di wê civînê de ragihand ku Herêma Kurdistanê bi yekrêzê dê vê rewşê derbas bike.
Îro 09.11.2017ê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Balyozê Australia li Iraqê Teem Steypoltin civiyan û her du aliyan di axaftina xwe de peyvendiyên herêma Kurdistanê û Australia û pêşketinên dawî gotûbêj kirin.
Derbarê tengezariyên di navbera Hewlêr û Bexda de jî şanda Australia piştgiriya xwe çend zû gotûbêj destpê bikin ji bo her du aliyan giring zanîn û daxwaza xwe li gor destûrê li hevtêgeheştin û xwandina hevbeş daxwaz kirin û ev yek wek faktora çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê pênase kirin.
Derbarê vê rewşê de Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî teqez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ya temam bo danûstandinên berfireh derbarê hemû pirsgirêkan diyar kiriye, lê bi mercê hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li berçav bê girtinê.
Herwaha Mesrûr Barzanî diyar kir, Herêma Kurdistanê berdewam xwazyarê wê bûye ku bi rêya aştiyane pirsgirêk bên çareser bibe û pêkanîna referandûmê jî yek ji wan rêkarên demokratik û aştiyane bûye bo rêkxistina peyvendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê.
Herwaha amaje bi vê yekê jî kiriye ku Herêma Kurdistanê bi yekrêzî dê vê rewşê derbas bike, aştî û jiyana xweş bo hewniştimaniyan dê dabîn bike.

Attachments area