Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Şamo: Heşda Şeibî Erebên tawanbar vedgerîne Şingalê

Dihok-KDP.info- Serokê Desteya Bilind a Bingeha Rewşenbîrî û Civakî ya Laleş Şêx Şamo dibêje, Heşda Şeibî axa stratejîk a Şingalê ji bo meramên xwe yên siyasî bikar tîne û ev yek jî metirsiyeke pir mezin e.

Şêx Şamo ku herwiha Parlamenterê Êzdiyan e di Parlamentoya Kurdistanê de, ji malpera KDP.info re ragihand: “Heşda Şeibî ne ji bo xêra Êzdiyan hatiye Şingalê, lê belê ji bo berjewendiyên xwe yên kûr hatiye.”

Şamo wiha got: “Dixwazin Êzdiyan ji tenişta Kurdistanê bibin tenişta Erebistanê. Pêwîst e xelkê Şingalê ha ji vê pilanê hebin û rê nedin wan ku pilana Hîlala Şîî li ser axa stratejîk a Şingalê çêbikin, ku ev jî metirsiyeke mezin e li ser paşeroja Êzdiyan û eger e ji bo çêbûna komkujiyeke din.”

Şêx Şamo wiha domand: “Gelek pilanên Heşda Şeibî li dijî Êzdiyan û bo têkdana Şingalê, ku dixwazin bi qonax li pey qonaxê demografiya Şingalê biguherin û niha Heşda Şeibî ew Erebên ku destê wan di komkujiya Êzdiyan de hebû, wan vedgerînin Şingalê û vê yekê metirsiyeke mezin çêkir û xelk gelekî ditirsin.”