Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Karvedanên Bexda li hember referandumê nedestûrî ne

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, karvedana Bexdayê li hember referandoma serxwebûna Kurdistanê Destûrî nîne û rêkarên serbazî li dijî Kurdistanê dê rewşê aloztir bike.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li nûnerê hikûmeta Nerwîcê li Rojhilata Navîn û şanda balyozxaneya wî welatî li Bexdayê kir.

Di wê hevdîtinê de şanda Nerwîcî piştevaniya xwe bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha Destûra Iraqê anî ziman û ragihand, ew hêvîdar in her du alî aloziyên navbera xwe nehêlin û xwe bo qonaxa piştî DAIŞê amade bikin.

Mesrûr Barzanî jî ragihand ku Herêma Kurdistanê her dem amade ye bi Bexdayê re dest bi diyalogê bike lê bertek û karvedanên hikûmeta Iraqê li hember referandomê Destûrî nînin û nîşan didin ku niyeta hinek aliyan li hember sîstema siyasî û Destûrî ya Iraqê xirab e.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê da xuyakirin ku rêkarên serbazî li dijî Kurdistanê dê rewşê aloztir bike ji ber wê jî divê Bexda bê şert û merc razî bibe bi Kurdistanê re li ser bingeha Destûrê gotûbêj bike.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê tevahiya Destûrê were bicîhanîn ne tenê çend beş û bendên wê, ku tenê di xizmeta aliyekî de be.