Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Bi referandumê paşeroja Kurdistanê hat misogerkirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî radigihîne, herçend piştî referandumê hinek astengî derketine lê bi vê referandumê paşeroja gelê Kurdistanê hatiye misogerkirin. Serok Barzanî dibêje, xeletî tekane ew bû, ku demekê zûtir de referandum nehatiye kirin.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de ji kovara Newsweek a amerîkî re ragihand, operasyona desteserkirina Kerkûkê bi serkirdetiya Îranê, bi agahdarbûna berpirsên Brîtanya û Amerîkayê bûye.
Serok Barzanî got: “Biryarên Iraqê ji aliyê Îranê ve tên dayîn.”
Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku heta derfet hebe kurd xwe ji rûbirûbûnên leşkerî yên li gel artêşa Iraqê dûr digre. Herwiha tekez kir, ku ti hewldanek nikare nasnameya navçeyên kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê biguhere.
Derbarê aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de Barzanî dibêje, Amerîka û civaka navdewletî dikarin pêşiya pevçûnan bigrin, eger şer dest pê bike jî diyar e ji aliyê wan ve glopa kesk ji şer re hatiye vêxistin.
Di hevpeyvînê de Serok Barzanî destnîşan kir, ku biryara referandumê ne biryarekî nû bûye û di nîvê sala 2014ê de hatiye wergirtin, hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha Parlamentoya Kurdistanê ev biryar wergirtine.
Serok Barzanî got: “Ji ber şerê DAIŞê wê demê referandum hate paşxistin. Xeletiya tenê ya kurdan jî ew bû, ku referandum di demekê zûtir de nehate kirin.
Serok Barzanî, ku serpereştiya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê kir û ji sedî 93yê beşdaran dengê belê dane cihêbûna ji Iraqê, di hevpeyvînê de amaje bi wê yekê kir, ku herçend piştî referandumê hinek astengî derketine lê bi vê referandumê paşeroja gelê kurd hatiye misogerkirin.