Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kerkûk- Hikûmeta Iraqê berpirsên Kurd jikar davêje, Ereban li şûna wan datîne

Kerkûk-KDP.info- Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk – Germiyan Ednan Kerkûkî ragihand ku Bexda dest bi erebkirina Kerkûkê kiriye û biryar daye ji mafê her erebekî Şîe heye ku mala xwe ji parêzgehên başûrê Iraqê bîne Kerkûkê.

Ednan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Kerkûkê pir xerab e û Bexda bi temamî xistine bin deselata xwe, ku êdî dest bi jikardûrxistina berpirsên îdarî yên Kurdî kirine û li şûna wan jî Ereban datînin. Jibilî parêzgarê Kerkûkê, ku kesekî Ereb danîne, niha qayimeqamê navenda Kerkûkê û qayimeqamê Daqûq û Dubiz jî guhertine û kesên Ereb li şûna wan danîne.”
Kerkûkî wiha got: “Ew guhertinên ku tên kirin bi biryara parêzgarê Ereb e, ji ber ku naxwazin ti kursiyek di destê Kurdan de bimîne. Ji aliyekî din ve jî, Hikûmeta Iraqê ji Ereban re dibêje, ji mafê we ye hûn malên xwe bînin Kerkûkê, ku ev yek jî bi erebkirina Kerkûkê ye. Heriwha kar ji bo şîetiyê jî dikin û ew Erebê ku bixwaze mala xwe bîne Kerkûkê, divê Şîe be.”

Attachments area