Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Tillerson bo Nêçîrvan Barzanî: Amerîka piştgiriyê li mafên destûrî yên Kurdistanê dike

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di pêwendiyeke telefonî de bi hev re derbarê aloziyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de û rewşa dawî ya li herêmê gotûbêj kirin.


Îro Îna 03-11-2017 Wezîrê Derve yê Amerîkayê di pêwendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re axivî.
Rex Tillerson dilgiraniya xwe li hember aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û tekezî li ser piştgiriya Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê jî bo mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Iraqê kir.
Tillerson herwiha hêvî xwast, ku ew agirbest û diyaloga medyanî ya ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta iraqa federal de dest pê kiriye, bibe diyalogeke siyasî bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Iraqê.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê pêwendiya telefonî de tevî nîşandana nîgeraniya xwe ji hewlên Iraqê bo berdewamîdana bi pêşketinên leşkerî, tekezî li ser amadebûna Herêma Kurdistanê bi hemû awayî bo destpêkirina diyalogeke siyasî bi armanca çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan kir.
Nêçîrvan Barzanî hêvî kir, ku Amerîka bi taybetî û civaka navdewletî bi giştî, Iraqê bo gotûbêjê û dûrketina ji bikaranîna rêkarên serbazî han bidin (teşwîq bikin).
Serokwezîr Barzanî herwiha tekezî li ser wê yekê jî kir, ku Herêma Kurdistanê şer û pevçûnan naxwaze, çimku ti tiştan çareser nake, lê belê dixwaze pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de li gel hikûmeta iraqa federal çareser bike.