Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

“Hikûmeta Iraqê dixwaze gelek Erebên Şîe bîne navçeyên Kurdistanî”

 

Kerkûk-KDP.info- Hikûmeta Iraqê dixwaze hejmareke mezin ji Erebên Şîe bîne navçeyên madeya 140 û Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî jî dibêje: “Pilaneke mezin heye ji bi erebkirina bajarê Kerkûkê.”

Hikûmeta Iraqê piştî dagîrkirina Kerkûkê dest kir bi anîna Ereb û çekdarên Ereb tev mal û malbatên wan bo Kerkûkê û ew li wir bicîh kirin.

Derbarê wê yekê de, Arif Ruşdî ji malpera KDP.info re axivî û ragihand: “Bi erebkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî destpê kiriye, ku ji Erebên parêzgehên Iraqê re dibêjin, hûn dikarin li Kerkûkê bicîh bibin û nasnameyên wan jî tînin Kerkûkê, ji bo ku hejmara Ereban zêde bibe.”

Arif Ruşdî mînakekê li ser wan tawanên Hikûmeta Iraqê tîne û dibêje: “Hikûmeta Iraqê hemû berpirsên ewlehiyê yên Kerkûkê û navçeyên din ên derdora Kerkûkê guhertine û hemû kirine efserên Ereb û Turkman, ku ev pilana yekem e û piştre jî dixwazin parêzgarekî Ereb deynin ser Kerkûkê, yan jî hakimekî leşkerî li ser Kerkûkê deynin.”

Li ser heman pirsê ku Bexda dixwaze Erebên Şîe bîne navçeyên Kurdistanî, çavdêrê siyasî û parlamenterê berê yê Kurdistanê Dr. Nasih Xefûr ji malpera KDP.info re ragihand: “Pilana Hikûmeta Iraqê heye ku hejmareke mezin ji xelkê parêzgehên naverast û başûrê Iraqê bi navê karmendên hikûmî, bîne Kerkûkê, ku daxwaz ji wan kirine ku bi koçmalî bên Kerkûkê. Hikûmeta Iraqê polîsan û xelkê medenî jî tîne Kerkûkê û dibêje van kesan parêzgeha xwe guhertine. Ev pilan hemû li navçeyên Kurdistanî tên kirin da ku hejmara Ereban ji ya Kurdan zêdetir bibe.”