Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Pêşmerge: Haya me ji tevgera hêzên Iraqê heye...Em di amadebaşiyê de ne

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet ragihand ku haya wan ji tevgera hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li hemberî Hêzên Pêşmerge, heye û Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne.

Emîd Helgurd Hîkmet ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Wezareta Pêşmerge haya me ji tevgera Heşda Şeibî û hêzên Iraqê heye û Hêzên Pêşmerge di amadebaşiyeke temam de ne ji bo bersivdana her êrişekê li dijî axa Kurdistanê.

Hîkmet wiha got: “Hikûmeta Iraqê dixwaze bi hêzê hewl bide ji bo jinavbirina Kurdan li Herêma Kurdistanê. Lê Hikûmeta Kurdistanê daxwaza aştiyê dike û em wek Hêzên Pêşmerge jî bi hemû awayekî hewl didin ji bo bergiriyê li axa Kurdistanê.”

Berdevkê Wezareta Pêşmerge tekez kir ku Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê ligel wê yekê ne ku alozî bi diyalogê çareser bibin û rêkeftina siyasî bê kirin û qet ew şer naxwazin û dê deriyê gotûbêjan bekirî bimîne.