Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Ebadî da: Me ti rêkeftin îmze nekirine

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistana diyar ku wan ligel hikûmeta navendî ya Iraqê re ti rêkeftin îmze nekirine û ragihand: “Me bersiva du reşnivîsa rêkeftinên artêşa Iraqê pêşkêş kirine daye. Bexdayê neyênî bersiva daxwaza me ya ji bo danûstendinê ligel Hikûmeta Federal li ser esasê destûrê daye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistana li ser gotinên Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî ku îddia kir, "Hewlêr ji rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û heyeta Artêşa Iraqê de paşde gav avêtiye" daxuyaniyek da û ti rêkeftin nehatiye îmzekirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê gotinên Heyder Ebadî dibêje ji rastiyê dûr in.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêmê de wiha hat ragihandin: "Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja çarşemê (01.11.1017) got, Hewlêr ji rêkeftina di navbera Wezareta Pêşmerge û şanda Artêşa Iraqê de paşde gav avêtiye. Lê ti rêkeftin di navbera me de nehatiye îmzekirin. Tenê reşnivîseke rêkeftinê ji aliyê şanda leşkerî ya Hikûmeta Iraqê hatiye pêşkêşkirin. Roja paştir jî di civînên navbera heyeta Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de reşnivîseke ji ya pêşî cuda hat pêşkêşkirin. Me bersiva herdu reşnivîsan da. Me çend caran amadehiya xwe ji bo danûstendinê digel hikûmeta federal li ser esasê destûrê nîşan daye. Lê belê her carê Bexdayê neyênî bersiva me daye."

Hikûmeta Herêmê amaje bi wê yekê dike ku eger rewşa niha bo şerekî biçe dê ji bo hemû Iraqiyan û pêkhateyan bibe karesateke mezin û di berdemiya daxuyaniyê de wiha dibêje: “Çawa ku mafên me di destûrê de hatine destnîşankirin em bi aştiyê bawer in û em dikarin bigihên rêkeftineke giştî. Em daxwaza guftûgoyeke binyatner û eşkere dikin ji bo duristkirina paşerojeke parastî bo nifşên nû ye xelkê Iraqê. Em ji merciyên mezin, hemû partiyên Iraqê, rêxistinên sivîl û hemû hêzên ku baweriya wan bi destûr, asayîş û aştiyê heye daxwaz dikin ku li dijî wan hewlên ku dixwazin fitneyê di navbera xelkê Ereb û Kurd de derxînin bisekinin. Herwiha em dixwazin rêgiriyê li wan hewlên ku dixwazin pirsgirêkan bi rêya tundî û şer çareser bikin bigirin."