Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Pêşmerge bersiva Artêşa Iraqê da: Em di çeperên bergiriyê de ne

 

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge bersiva Artêşa Iraqê da û ragihand, Hêza Pêşmerge li cihê xwe berevaniyê li îradeya bi milyonan welatiyên Kurdistanê dike.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de bersiv da Fermandeyiya Operasyonên Hevbeşên Iraqê.
Fermandeyiya Operasyonên Hevbeşên Iraqê îşev di daxuyaniyekê de ragihand: “Serkirdeyên herêmê û şanda danûstandinkarê êvariya roja Sêşemiyê 31-10-2017 bi temamî ji wê reşnivîsa ku li ser rêkevtin kiribûn, ku tîma federal danûstandin li gel wan kiribû, poşman bûne û tekez kiribû, ku “Herêmê bi dirêjayî wê heyamê hêzên xwe livandine û hêlekenû ya berevaniyê çê kiriye, bo çêkirina astengiyan û rêgirîkirina li pêşiya belavkirina hêzên federalî, daku bibe sedema gihandina ziraran bi wan, nabe ku li hember wê yekê em bêdeng bin, erkê me ye ku berevaniyê li welatiyan û hêzan bikin.”
Daxuyaniya Artêşa Iraqê rastî berteka Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê hat.
Wezareta Pêşmerge ragihand: “Pêşmergeyên qehreman li cihê xwe yên berevaniyê ne û berevaniyê li îrade û kerameta bi milyonan xortên gelê Kurdistanê û jiyan û mulk û mal û şerefa wan dikin, li hember wê çarenivîsa reş a ku hêjayî hevniştimaniyên Xurmato, Daqûq, Kerkûk û navçeyên din ên arîşedar nîne.”
Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em naveroka beyannameya Fermandeyiya Operasyonên Hevbeşên Iraqê înkar û red dikin.”
Herwiha hatiye gotin, hêzên Herêma Kurdistanê di çeperên xwe de amade ne û di dema her egerekê de dê berevaniyê li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin.
Wezareta Pêşmerge daxwaza danûstandinê di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê dike û dibêje: “Di hemû deman de em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bo danûstandin û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyaloga siyasî, em di heman demê de şêwe û naveroka vê beyannameyê şermezar dikin. Em tekez dikin ku hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li cihê xwe yên berevaniyê amade ne, lê belê ti şikî nakin di berevaniya ji jiyan û berjewendiyên rewa û destûrî yên xortên milletê Kurdistanê, û em careke din tekez dikin, ku tekane rêya çareseriya pirsgirêkan, gotûbêja siyasî ya sazîner e û ne zimanê derewan û gef û sozên vala. Û di dawiyê de li kîjan welat an cihekê li vê cîhana me, êrişkar weke mezlûm û berevankar weke zalim tê dîtin.”