Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Encumena Asayişa Kurdistanê: Emê rûbirûyê fitnegêran bibin

 

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em daxwaz li hevwelatiyên hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dikin ku aramiyê biparêzin û rê bi xelkê têkder nedin ku bi navê we fitne û tundiyê derxin.”

Di daxuyaniya xwe de, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Em hişyariyê didin, her kesek ku fitnegêriyê bike û êriş bike ser her baregeh û binkeyekê û ewên ku wan karan jî dikin, em dê rûbirûyê wan bibin û em dê rêkarên tund li hember wan cîbicî bikin.”
Encumena Asayişa Herêma herwiha tekez dike: “Em daxwaz ji hêzên Asayiş û navxwe jî dikin, ku bi amadebaşiyeke herî zêde her hewleke gumanawî ya fitnegêran pêç û betal bikin.”