Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Rewşa navçeyên Kurdistanî demkî ye..Xencera jehrî li pişta Pêşmerge dan

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di peyameke vîdyoyî de ragihand, di şeva 16ê Cotmehê de xiyaneteke mezin li hember pêşmerge û gelê Kurdistanê hat kirin û got: “Wê şevê ji pişt ve xencereke jehrî li gelê me dan.”

Serok Barzanî di peyama xwe de amaje bi êrişên Iraqê bo ser Kurdistanê kir û got, ku Bexdayê referandum kire hincet bo êrişên xwe, eger na wan ji mêj ve niyeteke wisa hebû û plana wê yekê hebûn.
Serok Barzanî wisa dest bi gotina xwe kir: “Em wek gelekî aştîxwaz û dilpaqij û xwedî nêteke zelal daxwaza mafê xwe dikin û bi aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe didin, lê em dîsa jî em wek tawanbar tên dîtin. Careke din derket ku em gelê Kurdistanê bi tenê ne û tenê çiyên Kurdistanê li pişta me ne.”
Serok Barzanî wiha domand: “Beriya 3 salan me ji Bexdayê re got em nebin 2 şirîkên baş bila em bibin 2 cîranên baş, wê demê helwesta wan erênî bû. Kesekî ji wan got, em bi xweşî ji hev cihê bibin baştir e. Niha ew kes li tankeke Abrams a Amerîka siwar bûye û hatiye ser Kurdistanê û şerê Pêşmerge dike. Roja 3ê Tîrmeha 2014ê ez çûm Parlamentoya Kurdistanê û me kar kir ji bo referandumê û me dixwest dengê gelê Kurdistanê nas bikin. Me referandum kir ji ber ku me dixwest bi aştiyane bighên rêkeftinekê ligel Bexdayê û ji bo wê yekê jî em amade bûn heta 2 salan jî diyalogê bikin. Lê me dît çawa helwêstê wan ê berê hatibû guhertin û dest bi tundiyê û dijayetiya me kirin. Eger nêta me serxwebûna bê rêkeftin ba, dema artêşa Iraqê ligel DAIŞê rûxa, wê demê me karîbû serxwebûna xwe ragihandiba. Yan jî beriya wê jî me karîbû serxwebûna xwe ragihandiba, lê me biryar da ku em alîkariya wan bikin. Lê derket ku ferheng û eqliyeta wan mafê gelê Kurdistanê nas nake.”
Serok Barzanî ragihand: “Me zanîbû rewşa me ya beriya referandumê ji me re naçe serî, lewma me biryar da ku em referanduma xwe bikin. Pilan û bernameyên wan ji zû de ne û referandum kirin hêncet. Lê me ew amajeyên wê nêta wan a xerab dîtibû.”
Derbarê helwesta welatan li hember referandumê û êrişa Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li ser Kurdistanê, Serok Barzanî wiha got: “Di dema şerê DAIŞê de, ew şandên welatan dema ku dihatin cem me gelekî pesnê Hêzên Pêşmerge didan, lê mixabin di dema ku pêwîst bû helwesta xwe nîşan dabana, hemû vegeriyan bo berjewendiyên xwe û pirensîp winda bûn.”
Serok Barzanî ragihand: “Hêzên Pêşmerge di şerê Mûsilê de roleke mezin dît û eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba, artêşa Iraqê qet nikarîbû wisa bi hêsanî Mûsil rizgar bike. Me digot civaka navdewletî dê gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge xelat bikin û dê rêzê li xwîna şehîdan bigrin. Herwiha me digot Bexda dê xwedî soz û wefa be li hember wan hemû alîkariyên ku me dan wan di şerê Mûsilê de, lê mixabin ji wê demê de dixwestin li me bidin. Şerê Hewîce paş xistin, ji bo ku hemû hêza xwe li Kerkûkê kom bikin û ji wir êrîşî ser Kerkûkê bikin.”
Serok Barzanî wiha domand: “Beriya 25 Îlonê min di gotinên xwe de digot divê em zanibin dê gelek guvaş li me bên kirin, ji ber ku riya serxwebûnê zehmet e û gelek girêk li ser vê riyê hene, lê me qet hizir nedkir û qet jî ne dihat bala me ku xiyaneteke wisa mezin şeva 15 – 16ê mehê li Kerkûkê bê kirin û Kerkûk bê teslîmkirin, ku xiyaneteke niştimanî û neteweyî bû û xencereke jehrî bû û li pişta Pêşmerge û gelê Kurdistanê hat dan. Girêkeke pir mezin li pêşiya dengê 3 milyon kes li Herêma Kurdistanê çêkirin. Dengê wan 3 milyon kesan bi Erê bo serxwebûnê, dîrokek bû û kes nikare jinav bibe. Lê girêkek li pêşiya daxwaza wan hat çêkirin û karê me zehmetir kirin. Eger ne ji wê xiyanetê ma dê niha rewşa Kurdistanê bi awayekî din ba. Me pilana bergiriyê ji bo hemû navçeyan û ji bo Kerkûkê jî danîbû, ji ber ku me pêşbînî dikir ku êrîşî Kurdistanê bikin, ji ber ku beriya referandumê jî pilana wan a êrîşê hebû û li dijî wê yekê bûn ku rewşa me baş be. Lê mixabin wê xiyanetê bandoreke xerab li ser Hêzên Pêşmerge û pilana bergiriyê kir û me nikarî wek pêwîst bergiriyê bikin.”
Serok Barzanî ragihand: “Tişa din a ku me bawer nedikir ku çêbibe ew bû, ku çawa ew hêza ku Amerîka wan wek terorîst dibîne, çawa li ber çavê Amerîka siwarê tankên Abrams ên Amerîkî bibin û bên êrişî ser Kurdistanê bikin û Amerîka jî tenê li me binere. Vê yekê prsyarek li cem xelkê Kurdistanê çêkiriye, ku gelo Amerîka bi wê pilanê razî ye? Gelo Amerîka razî bi wê êrîşa ku hat ser Kurdistanê? Eger mijar ew be ku gelê Kurdistanê ceza bikin, gelo cezakirin bi wê yekê tê kirin ku tankên Amerîkî bên ser gelê Kurdistanê û jenosîdeke din bînin serê gelê Kurdistanê?.”
Serok Barzanî wiha got: “Hêzên Pêşmerge ji bo ku xwîn nerje ji hinek navçeyan vekişiyan, lê hêzên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê berdewam bûn li ser êrişê xwe û dixwestin tiştekî nehêlin. Lewma jî Pêşmege bergirî kirin û nehiştin pêşvehatinên wan berdewam bikin. Ew cihên ku Heşda Şeibî ketine wan, Hêzên Pêşmerge ji wan vekişyane û li cihê ku şer jî kirine qet nikarîne pêşde bên.”
Serok Barzanî wiha domand: “Hûn behsa destûr dikin, baş e gelo di destûr de behda wê yekê hatiye kirin ku artêşa Iraqê êrişî Kurdistanê bike? Mijar ne destûr e, mijar dixwazin heybeta gelê Kurdistanê bişkînin, dixwazin kerameta gelê Kurdistanê bişkînin û ji bo vê yekê jî referandum kirine hêncetek ji xwe re. Gelo dema ew hemû karesat hatin serê me, wê çaxê me referandum kiribû? Lê ya rastî ferheng û eqliyet e, ku nabînin mafê gelê Kurdistanê rewa ye. Eger nêya we şikandina kerameta gelê Kurdistanê be, baş zanibin ku bi hezaran zarokê vî welatî û Hêzên Pêşmerge amade ne heta dilopa dawî ji xwîna xwe bergiriyê li axa Kurdistanê bikin. Em mirinê hildibjêrin û em nahêlin kerameta me bê şikandin.”
Serok Barzanî wiha domand: “Eger hûn bawer dikin ku hûnê bi talankirina navçeyên Kurdisatnî ji aliyê çend çekdarên Heşda Şibî Kurdistanîbûna wan navçeyan jinav bibin, baş zanibin ew yek pêk nayê û dê nasnameya wan navçeyan her Kurdistanî bimîne û rewşa wan navîçeya demkî ye û em qebûl nakin rewşa wan navçeya wisa berdewam be. Em û gelên navçeyê bira ne û nabe siyaseta hikûmetên wan bibe sedem ku birayetiya me jinav biçe.”
Derbarê kursiyê serokatiya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî ragihand: “Biryar bû destpêka meha 11 hilbijartinên serokatiya Kurdistanê û parlamentoyê birêve çûbana, lê ji ber çend sedemên siyasî û ewlehî û taknîkî nayên kirin lewma jî Parlamentoya Kurdistanê dema xwe bo 8 mehan zêdetir kir û li gorî Encumena Şûra min dikarîbû wek Serokê Herêma Kurdistanê mabama, lê ez razî nebûn û min nameyek ji Serokatiya Parlamentoyê re şand û tê de min daxwaz kir ku dema min a serokatiyê neyê dirêjkirin. Ez wek Mesûd Barzanî dê berdewam bim li ser xizmetkirina gelê xwe. Beriya serokatiyê û di dema serokatiyê de û piştî serkatiyê jî, ez her Pêşmerge me. Pîroztirîn û bilindtirîn pile li cem min pêşmergayetî ye. We piştrast dikim ku ezê her ligel we bim û dê serkeftin her bo me be.”

Ev jî vedyoya peyama Serok Barzanî ye:

https://www.youtube.com/watch?v=KWRFXp1Y9v4