Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mensûr Barzanî: Pêşmerge tankeke Abramsî Amerîkî teqand

Zûmar-KDP.info- Fermandarê Pêşmerge Mensûr Barzanî ragihand, ku îro li cebheya Zumar – Rebîeyê 3 tankên Heşda Şeibî hatin têkşikandin.

Fermandeyê Leşkerê Taybetê Gulan Mensûr Barzanî di derbarê şerê îro yê li Mîhwera Zumar û Rebîeyê de aşkere kir: “Di şerê îro yê li Zumarê sê tankên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê hatin têkbirin.”

Mensûr Barzanî herwiha got: “Yek ji wan tankên ku îro hatin teqandin, tankeke Abrams M1 a Amerîkî ye.”

Şerê di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê de li çend cebheyan berdewam e. Herwiha topbarankirina bereyên Pêşmerge jî ji aliyê leşkerên Iraqê ve didome. Li gor zanyariyên Rûdawê, nêzîkî 150 kuştî û birîndarên Heşda Şeibî hene û di nav wan de jî fermandarên payebilind hene.