Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezareta Pêşmerge: Rewşa hemû eniyên şer aram e

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku rewşa hemû eniyên şer ê ligel Heşda Şeibî û artêşa Iraqê, aram e. Ew jî di demekê de ye ku îro Heşda Şeibî ji navçeyên Kurdistanî yê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê paşve kişyane.

Emîd Helgurd Hikmet Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariyê di Wezareta Pêşmerge de tekez dikie ku rewş li hemû eniyên şer, normal e.

Helgurd Hikmet ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî Heşda Şeibî û artêşa Iraqê li çend eniyên şer rastî şikestinên mezin hatin. Lewma jî moralê wan daketiye û dibe ku niha xwe rêk dixin.”

Li gorî zanyariyên nefermî, îro Çarşemê, hêza Heşda Şeibî ji Mexmûr û Xurmatû vekişyane û niha tenê hêzên polîsên federal li wir bicîh bûne.