Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kenîseyên Kurdistanê li ser rewşa Kurdistanê bang li Trump kirin

Hewlêr-KDP.info- Kenîse û keşeyên mezin ên Kurdistanê, Serokê Amerîka ji rewşa Kurdistanê û ya Xristiyanên Deşta Neynewa hişyar dikin û dibêjin di nava rojên borî de zêdetirî 800 malbatên Xristiyan li bajarokê Tilsqof ji ber êrîşên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê, reviyane.

Ev 2 roj in ku çekdarên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê û navçeyên Xristiyanan li Deşta Neynewa bordûman dikin û ji ber wê yekê xelkê wan navçeyan dîsa koçber bûne. Ji xwe jî piştî ku Hêzên Pêşmerge ew dever ji terorîstên DAIŞê rizgar kirin, nêzîkî 1200 malbatên Xristiyan vegeriyabûn ser malê xwe lê niha dîsa 800 malbat koçber bûne.

Berpirsê Karûbarê Xristiyanan di Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî de Xalid Elbêrt ji malpera KDP.info re ragihand ku artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bi alîkariya kesekî bi navê Şêx Reyan Kildanî ev 2 roj e ku hatine navçeyê û devera Tilsqof bordûman dikin.”
Xalid Elbêrt wiha got: “Me hilûmetên Bexda û Hewlêrê ji rewşa Xristiyanên Deşta Neynewa haydar kirine. Herwiha me gelek senatorên Amerîkî jî ji helwest û karên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê haydar kirine. Ji aliyekî din ve jî pêwendaiyên me bi kenîseyên Amerîka û Ewropa û cîhanê re hene, kenîseyên Amerîka jî rewşa Xristiyanan û Kurdistanê gihandine serokatî û îdareya welatê xwe.”
Li gorî zanyariyên Xalid Elbêrt, roja Yekşema borî, Keşe Frankîn Blî Graham ligel Serokê Amerîka Donald Trum derbarê rewşa Xristiyanên Deşta Neynewa û Herêma Kurdistanê, axiftiye.
Frankîn Blî Graham yek ji mezintirîn keşeyên Amerîka ye û dema Trum bû serokê Amerîka, wî keşeyî li ser wî xwendiye.
Elbêrt wiha domand: “Rewş wisa bimîne dê hemû Xristiyan koç bikin bo derveyî welat. ”
2 Attachments