Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heşda Şeibî bi alîkariya Îranê û bi çekên Amerîkî dixwaze êrîşî Kurdistanê bike

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji tevgera leşkerî ya hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ya ku ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin li navçeyên derdora Herêma Kurdistanê didibire.

Di daxuyaniyekê de, Encûmena Asyişa Herêma Kurdistanê ragihand, “Di 48 demjimêrên borî de, hêzên Iraqî hêzeke mezin ji tank, zirîpoş, Hammer û çek û teqemeniyên Amerîkî li navçeyên derdora Herêma Kurdistanê kom dike.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye, “Iraq bi ti amajeyekê bidawîanîna operasyonên leşkerî nedaye û ev tevgera leşkerî jî di pişt êrîşa hefteya borî ya ser bajarê Kerkûk û Pirdê tê.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, “Dawî li wan gefên leşkerî bîne û ji wan mavçeyan vekişîne û her wek serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê çendîn caran tekez kiriye, pêwîst e Iraq pabend be bi encamdana guftûgoyên bêmerc ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan bi awayekî aştiyane.”