Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên destûrî yên Kurdan nehatine dan

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand, ku gelek daxwazên kurdan çêbûne lê hikûmeta Iraqê cîbicî nekirine û mafên destûrî yên kurdan jî nedane.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson di serdana Erebîstana Siûdî de li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hate kirin.
Tillerson ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir, ku mafên kurdan ên di destûrê de hatine destnîşankirin werin dayîn û got: “Gelek daxwazên kurdan çêbûne lê hikûmeta Iraqê cîbicî nekirine û mafên destûrî yên kurdan jî nedane.”
Rex Tillerson ji Hewlêr û Bexdayê xwest ku li gorî destûra Iraqê tevbigerin û diyar kir: “Di destpêkê de me xwestiye destûrê cîbicî bikin û li ser sînoran jî li gorî rêkeftina di navbera xwe de reftarê bikin.”